Serokwezîrê Iraqê wê serdana Tirkiyeyê bike
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî wê di 28’ê Tîrmehê de bi rayedarên Tirk re bicive û di hevdîtinê de mijarên ewlehî, aborî û siyasî bêne nirxandin.
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî wê di 28’ê Tîrmehê de bi rayedarên Tirk re bicive û di hevdîtinê de mijarên ewlehî, aborî û siyasî bêne nirxandin.
Li gor medyaya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî wê roja Sêşemê (28’ê Tîrmehê) serdana Tirkiyeyê bike.
Hat ragihandin ku wê Zeydî di serdana xwe ya Tirkiyeyê de; di warê aborî, ewlehî, enerjî, bazirganî û xurtkirina peywendiyên navbera her du welatan de hevdîtinan pêk bîne.
Her wiha hatiye diyarkirin, di demên dawî de şandeyek ji Wezareta Neftê ya Iraqê serdana Tirkiye kiriye da ku li ser mekanîzmeya bicihanîna lihevkirinên hinardekirina nefta Iraqê ya bi rêya deriyên sinorî yên Tirkiyeyê lihev bikin.